“Rêbernameya Xwendina Romana Kurdî “

Ev berhema ji alîyê Özlem Galip û Abidin Parıltı ve bi tirkî hatîye nivîsandin , 2010an de ji weşanên Sel ê çap bûye . Bi qasî ku ez dizanim bi kurdî pirtûkek wisa tune . Belkî wê hin kes behsa berhemên derheqa wêjeya kurdî bikin , lê meqseda min ne ew e. Jixwe haya min ji wan pirtûkan heye . Ya Mehmed Uzun, Medenî Ferho, Lokman Polat û hinekên din. Cudahiya vê pirtûkê ; bi awayekî giştî romana kurdî li gor kronolojîya dîroka wê , proseya romanê û karekteran, ziman ,mijar , forma wê dinirxîne . Di dawîya pirtûkê de jî lîsteyeke dirêj a romanan heye . Romanên kurdî (kurmancî , dimilî , soranî ) . Pirtûk ji sê beşan pêk tê . Beşa ewil de behsa wêjeyê û romanê tê kirin . A duyem de bi Ereb Şemo û Şivanê Kurmancan dest pê dike li gor kronolojîya romana didome . Weke Elîyê Evdirehman, Hecîyê Cindî, Rehîmê Qazî, ….. Jan Dost , Helîm Yûsiv herî dawî Lokman Ayebe heye . Di beşa sêyem de li ser ziman, form, babet , mijar , şexs, karekter û forma romanê radiwestin . Piştre jî lîsteyeke romanan parve kirine.

Bi xwendina vê pirtûkê min ferq kir ku ez ê ji nûve romana kurdî bixwînim . Û bi taybet proseya nivîsandina wê bişopînim ku serborîya wê baştir fam bikim. Eger ew bîra bê ronîkirin problemên romana kurdî dîyar dibin. Romana kurdî 87 salî ye lê dîsan jî heman probleman dijî . A sereke karekterên wê pir îdealîst in . Vegotineke çîrokbêjî yê serdeste ev jî roman û çîrokê tevlî hev dike . Her çiqas romanên bi qalîte û baş derkevin jî problemên wisa didomin . Di vê pirtûkê de gelekî baş li ser van xalan tê rawestandin. Ger te nivîs heta vê derê xwendibe teqez berhemê jî bixwîne!

Zarema Bakur tarafından yayımlandı

pirtûkhez / şivan/ dinivîse/ alîgirê Dalkurd ê/

Yorum bırakın

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın