Annie Ernaux

Annie Ernaux nivîskara fransî ,xwedîya xelata Nobelê ya 2022yan e. Çend romanên wê wergerê tirkî bûne mixabin kurdî tune . Ez jî rahiştim tirkîya wan û min du romanên wê kirîn . Cîyê bavê min û arezûya lewaz .(navê romana ji tirkî wergêr kirin ) Min vê sibê dest bi xwendina arezûya lawaz (yalın tutku) ê kir û di saetekê de qedand , jixwe romaneke kurt e (51 rûpel) û xwendina wê xweş diherike . Karektera jin heye û çîroka xwe ya evîn û arezûya li gel mêrekî vedibêje . Di romanê de tenê jinik heye û li ser arezûya xwe diaxive . Belkî hin kes dibêjin berhemên wê jinikê “pornografî ” felan , ema niheqîyeke mezin dikin. Vebêjêr heqê erotîzma arezûya dide. Li gel vê arezûya xwe behsa gelek bûyerên wê serdemê dike . Mirov têdigihê ku salên 90î ye . Navê Sedam Huseyn jî derbas dibe û behsa bombebarana kîmyasal ê dike lê Kurdan bi nav nake . Tişta ku li vir bala min çû ser ; kurd ji ber kîmyasal a kolonylsta tên kuştin , jineke fransî jî ji ber arezûyên xwe êşê dikişîne. Çi dinyayeke sosret e. Mirin û arezû bi hevre dimeşe . Weke din mijarên kurtaj, azadîya jinan , zayendîtî , pîr bûn hwd.

Zarema Bakur tarafından yayımlandı

pirtûkhez / şivan/ dinivîse/ alîgirê Dalkurd ê/

Yorum bırakın

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın