Ev duyem romana xanima Annieyê ye dixwînim . Û min gelekî ji vegotina wê hezkir . Di romanan de bixwe diaxive weke din tu karektereke din nîne . Di vê romanê de behsa bavê xwe dike . Destpêka romanê bi mirina bavê wê dest pê dike . Weke Mîrnameya Jan Dost e. Di Mîrnameyê de jî destpêk di roja mirina Ehmedê Xanî de ye . Lê di vê romanê de karekter nînin , tenê keça mêrik diaxive . Behsa bîranînên xwe dike . Ka bavê wê keskê çawa ye û jîyaneke bi çi awayî jîyaye. Bîranînên wê şahidîya dîrokê jî dikin. Belengazî ya malbatê , xela , feqîrî û pirsgirêkên dîtine weke fîlmeke reş û spî tê nîşandan . Taybetîyên derbarê bavê wê de ji me re ne xerîbin heman tişt li ba me jî hene . Derheqa berhemên Annieyê de nirxandineke baş heye ; ” mijarên şexsî bi ziman û ûslibekê baş dike gerdûnî .” Bi rastî jî wisaye . Keçeke di malbateke karker de û tevî gelek kêmasî û probleman diaxive .